1. lîstikeke lê ne tenê ya zarokan e, mezin jî dilîzin. wextê ez zarok li cihê seyranê bavê min wan dilîstin. lîstikvan dibin du beş, her kom ji xwe re 3 kêl vedidin, navbera wan qasê 20cm û li pişt hev rêz dikin. di navbera kêlên her du koman de qasê tê xwestin 4-5m tê hiştin. her kom bi dorê ji kêlên xwe kevir diavêjin da ku kêlên koma din bêxin, wexta her 3 kêlên komekê bikevin koma kêlên wan ketî dibezin ku hê yên din wan negirtî xwe bigihînin cihê kêlên wan. koma hemu kêlan êxistî jî hewl didin endamên koma din hê negihayîn cihê wan bigirin. yên hatîn girtin dibin bûk û lîstik dîsa tê lîstin. ger dîsa heman kom hemu kêlan bêxin yên buyîn bûk derbasî koma din dibin, ger koma endamên wê buyîn bûk hemu kêlan bêxe wê demê lîstik dibe weke ji berê, dîsa ji serî tê lîstin. |
|
10.07.2014 13:22 |
azadixwaz
|
3. lîstikek gelekî xweş e. beşa avêtina keviran jî beşa berdana pê hev û din jî gelek xweş e. me li bajar qet nelîstiye. lê dema libajêr diçûn seyranê, derdiketin çiyayan û li wir dilîst. jixwe ez bawer im lîstika gund û seyranê ye, ne li gor bajaran e. |
|
11.07.2014 00:03 |
simurg56
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |